Îranê li keştiya xwe da, 19 kes mirin

Rejîma Îranê ya ku di meha Çileyê de ‘bi şaşî’ li balefira Boeîng a Ûkraynayê dabû, vê carê jî li keştiyeke xwe ya şer xist û 19 kes mir.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê di dema tatbîkata li Kendava Ummanê fuzeykê bi ‘şaşî’ li keştiyeke wan a şer xistiye.

Televîzyona dewletê got ku ‘Keştiya şer a Konarak duh roja Yekşemê piştî nîvro di dema tatbîkata li Bender Caskê bi fuzeyekê hatiye lêdan.” Artêşa Îranê diyar kir ku 19 leşkerên behrê mirine û 15 leşker jî birîndar bûne.

Ajansa nûçeyan a Tasnîmê jî diyar kir ku keştiya Konarak ji aliyê ‘mutefîkan’ ve hatiye lêdan.

Ev keştî 447 ton e û 47 metreyan dirêj e û li ser wê çar fuze hene.

Ev bûyer piştî aloziya di navbera DYE û Îranê pêk hat. Her du welat 40 sal in dijminatiya hev dikin. Rêveberiya DYE’yê di sala 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişandibû û dest bi zextên ekonomîk kiribû.

Di meha Çileyê de jî rejîma Îranê li balefireke rêwîyan a Ûkraynayê dabû û 176 kes miribûn. Dema ku li vê keştiyê hatibû xistin hêzên Îranê jî ji ber kuştina Fermandarê Hêzên Qidusê Kasim Suleymanî li Iraqê fuze diavêtin bendên leşkerî yên DYE’yê. Suleymanî di 3’ê Çileyê de li Bexdayê ji aliye droneyên DYE’yê hatibû kuştin.