Îranê hin sozên xwe bi rengekî fermî rawestand

Îranê hin sozên xwe yên di çarçoveya peymana nukleerê de dabû, bi rengekî fermî rawestand.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, hin sozên ku di çarçoveya peymana nukleerê de ya sala 2015'an li Viyanayê hate îmzekirin, rawestandiye.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî hefteya derbasbûyî ragihandibû ku Tehranê li ser vê biryarê agahî daye welatên mohra xwe danîne binê peymanê (Çîn, Rûsya, Elmanya, Fransa û Îngilîstan).

Biryara Îranê 8'ê Adarê hate wergirtin ku salvegera yekemîn a vekişîna DYE ji peymana nukleerê ye.

Rêveberiya Tehranê her wiha ji bo têkbirina pêkanînan du meh dem dabû Ewropiyan ku çareseriyê bibînin. Îranê hişyarî dabû ku eger ev neyê kirin wê hin astengiyên din ên li pêşiya karên xwe yên nukleerê ji holê rakin. Ewropiyan ultîmatoma Îranê red kirin.

Aloziya navbera DYE û Îranê hefteyeke giran bûye.