Îranê got ku ew ê li ser daxwaza taloqkirina darvekirina bijîşkê Swêdî bifikirin

Rayedarên Îranî gotin ku ew ê daxwaza taloqkirina darvekirina akademîsyenê Swêdî yê bi esilê xwe Îranî ye û ji sîxuriyê hukum xwaribû û dihat payîn ku 21’ê Gulanê bê darvekirin, li ber çavan re derbas bikin.

Doza Ehmedreza Celalî, doktorê pijîşkiya karesatan rê li ber şermezarkirineke berfireh a navneteweyî vekir û bal kişand li ser rêbaza Îranê ya ku pianî welatiyên du nasnameyî ji bo wan wek karteke siyasî bikar bîne wana bi tawanên qelp digire.

Berdevkê Wêzareta Karûbarên Derve di daxuyaniya xwe ya roja Duşemiyê de got ku cezayê darvekirinê yê Celalî teqez e, lê ew ê nirxandina serlêdana temyîzê ya parêzeran a ji bo taloqkirina înfazê ya tê payîn ku 21’ê Gulanê pêk bê, bikin.

Rayedarên Îranî, Celaliyê 50 salî, dema sala 2016’an ji bo konferansekê çûbû Tehranê girtibû. Rayedaran ew bi dizîna hûrguliyên ku sala 2010’an rê li ber kuştina du zanyarên nukleerê yên Îranî vekiribû û sîxurtîkirina ji bo Mossad a Îsraîlê sûcdar kir.

Dadger piştî gotina parêzerên wî ku digotin mikurhatineke bi zorê ye, cezayê darvekirinê lê birî. Heyetek ji pisporên Neteweyên Yekbûyî got ku di meha Adarê de Celalî di girtîgehê de di asta êşkenceyê de rastî "muameleyên giran ên fîzîkî û derûnî" hatiye.

Roja Sêşemê Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê danezaneke ku têde banga betalkirina cezayê mirinê li Îranê kir weşand.

Ev nûçe di demekê de hat ku alozî di navbera Îran û Swêdê de li ser biryara Stockholmê ya girtin û dadgehkirina rayedarekî Îranî bi tawana kuştin û tawanên şer zêde bûne.

Rayedarên swêdî di sala 2019’an de karmendê berê yê dadweriyê Hamîd Nûrî li Stockholmê girtibûn û di sala 1988’an de bi hinceta ku rola wî di darvekirina komî ya muxalîfên li Îranê de hebûye, tawanbar kiribû.

Doza dîrokî di 4'ê Gulanê de bi dawî bû û tê payîn ku di meha Tîrmehê de biryar bê dayîn. Îran red dike ku her du doz bi hev ve girêdayî ne û danûstandinên pevguhertina girtiyan red dike.

Celalî di dema girtina xwe de li Swêdê rûdinişt, lê Swêdê di sala 2018’an de ji bo serbestberdana wî welatîbûna tam da wî. Di salên dawî de, Îranê di sala 2014 de cezayê kuştinê yên çend welatiyên du nasnameyî ku di nav wan de Amîr Hekmatî yê Îranî-Emerîkî daxistiye,.

Koma Mafê Mirovan a Îranê ya li navenda Osloyê ya şopandina cezayên kuştinê yên li Îranê dike, dibêje ku doza Celalî û Nûrî û bi hevûdu re eleqedar in.

Komê di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar dike ku darvekirina Celalî di demeke nêz de “bertekek e li dijî darizandina Hamîd Nûrî ji ber sûcên şer li Swêdê ye” û got, “Bi vî awayî derket holê ku Komara Îslamî ya Îranê,cezayê darvekirinê li hemberî welatên Rojavayî wek amûreke yê xesp û zextê bi kar tîne.”