Îranê dîsa fuze ceriband

Rejîma Îranê diyar kir ku di tatbîkata li behra Ummanê wan fuzeyên nû bi awayekî ‘serkeftî’ ceribandine.

Hêzên Çekdar ên Îranê li ser malpera xwe wêneyê du fuzeyan weşand.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ev fuzeyên nû di tatbîkatê de hatine ceribandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wan 280 kîlometreyan ev fuze li hedefan dane û ev dûrahî dikare were zêdekirin jî.

Li gorî televîzyona dewletê ev fuze awayên nûkirî yên fuzeyên din e.

Di 10’ê Gulanê de di tatbîkatekê de Îranê bi şaşî li hêzên xwe yên behrê dabû. Di vê bûyerê de 19 endamên wan hêzên wan ên behrê miribû û 15 kes jî birîndar bûbûn.