Îranê danasîna yekemîn fuzeya xwe ya hîpersonîk a balîstîk kir

Dewleta Îranê bi merasîmeke ku serokkomar Îbrahîm Reîsî jî tevlê bû, danasîna yekemîn fuzeya xwe ya hîpersonîk a balîstîk kir.

Li gorî televîzyona dewletê û ajansa Irnayê fuzeya bi navê Fettah bi merasîmekê hate nasandin. Serokkomar Îbrahîm Reîsî û şefê Mûxafizên Şoreşê General Hosseîn Salamî û rayedarên leşkerî tevlî merasîma danasînê bûn.

Îranê îddîa kir ku menzîla vê fuzeyê 1400 kîlometre ye û beriya bigihêje hedefa xwe leza wê 13-15 katan qasî ‘leza deng’ e.

Îranê di meha Mijdarê de diyar kiribû wan ev fuze hilberandine. Ev fuze dikarin rêka xwe biguherînin û ji ber vê jî mudaxelekirina van fuzeyan zehmet e.