Îranê cezayê darvekirinê li du çalakgerên protestoyî birî

Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê li du çalakgerên din ên protestoyî birî, ku têkildarî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin girtin.

Li gorî agahiyan, çalakger Farşîd Hasanzahî (25) û Cemşîd Hasanzahî (29) ên ji gelê Belûc, di 25'ê Mijdara 2022'an de hatin girtin.

Herdu ciwanên ku êşkenceya giran lê hate kirin, di dema girtinê de ji mafê xwe yê parêzeran bêpar hatin hiştin. Dadgeha Zahîdanê cezayê darvekirinê li herdu ciwanan birî.

DADGEHA BILIND CEZAYEKÎ DARVEKIRINÊ ERÊ KIR

Her wiha Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê kesekî erê kir ku kesê navborî di dema çalakiyên şermezarkirina kuştina Jîna Emînî bi îdîaya 'kuştina rayedarekî leşkerî' hatibû girtin.

Têkildarî çalakiyên şermezarkirinê heta niha herî kêm 7 kes hatine darvekirin.

SÊ KESÊN JI GELÊ BELÛC ROJA DUŞEMÊ HATIN DARVEKIRIN

Roja Duşemê hate ragihandin ku li Sistan-Belûcistanê sê kesên ji 'çalakiyên terorê' hatibûn mehkûmkirin, hatin darvekirin.

Li gorî rêxistina mafên mirovan di navbera 10'ê Cotmeha 2022 û 8'ê Cotmeha 2023'an de dewleta Îranê herî kêm 678 kes darve kir ku 17 ji wan jin û yek jî zarok bû.

Heft ji kesên hatin darvekirin, li pêş çavên gel hatin darvekirin.