Îranê cezayê bidarvekirinê da 2 çalakgerên din jî
Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê bidarvekirinê yê du kesên din erê kir ku tev li xwepêşandanên protestoyî bûne û biryar da ku sê kesên din ji nû ve bên dadgehkirin.
Dadgeha Bilind a Îranê, cezayê bidarvekirinê yê du kesên din erê kir ku tev li xwepêşandanên protestoyî bûne û biryar da ku sê kesên din ji nû ve bên dadgehkirin.
5 kes bi sûcdarkirina kuştina endamekê Besîca girêdayê Parêzkarên Şoreşa Îranê li Kereca li rojavayê Tehranê, hatibûn mehkûmkirin.
Dadgeha Bilind, piştî nihêrtina li dosyeya 5 kesan, cezayê bidarvekirinê yê Mûhammed Mehdî Karamî û Seyîd Mûhammed Huseynî erê kir.
Heman dadgehê biryara li ser Hamid Gar, Huseyîn Mûhammedî û Reza Arya betal kir û biryar da ku ji nû ve bên darizandin.
Di çarçoveya heman dosyeyê de 14 kes bi cezayê pir ê girtîgehê hatin cezakirin û biryar da ku ji nû ve bên darizandin.