Îranê balafira bêmirov û fuzeya xwe ya nû da nasandin

Îranê di demeke ku li herêmê gengeşî zêde bûye de fuzeya nû ya balîstîk û droneke êrîşkar ya yekalî bi merasîmeke leşkerî da nasandin.

Ajansa nûçeyan a Îrnayê ragihand ku hêza hewayî ya Pasdarên Şoreşê fuzeya Cîhadê dîzayn kirin, hilberandin û menzîla wê 1000 kîlometre ye.

Ajansê daxuyand ku balafira bêmirov a Şahid-136B ji Şahid-136 pêşketîtir e, xwedî bi taybetiyên nû ye û menzîla wê zêdetirî 4 hezar kîlometre ye.

Serokomarê nû Mesûd Pizîşkiyan beşdarî merasîma ku her sal li Tehranê tê lidarxistin û şerê Iraqê ya li dijî Sedam Husên a di navbera 1980-88’an qewimî tê bîranîn, bû.

Pizîşkiyan got: “Îro qabiliyeta me ya parastin û rêgirtinê ew qas pêşketiye ku şeytan jî nikare bifikire ku êrîşî Îrana me ya ezîz bike.”

Serokomarê Îranê wiha berdewam kir: "Bi saya yekîtî û yekdengiya welatên misilman em dikarin hedê Îsraîla xwînmij û qirker ku rehma wê li jinan, zarokan, ciwanan, kal û pîran û tu kesî nayê, nîşanî wê bidin.”

Piştî Îsraîlê di 7'ê Cotmeha 2023’yan de êrîşî ser Hamas a Fîlîstînê kir, Rojhilata Navîn bûye şahidê şerekî wêranker.

 Di van rojên dawî de ji ber ku Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Hizbullaha Lubnanê zêde kiriye, gengeşî zêdetir bûye.