Îran wê ji Japonya bixwaze ku navbeynkariyê bike

Rayedarên Îranî diyar kirin, ji bo ku ambargoya li ser sektora petrolê were sistkirin wê ji Japonyayê bixwazin ku navbeynkariyê bike.

Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe Çarşemê ji bo serdana sê rojan wê ber bi Tehranê bi rê bikeve. Ji 1979'an û vir ve, piştî şoreşa Îslamî ev ê bibe cara pêşî ku serokê hikûmeta Japon serdana Îranê dike.

Rayedarekî payebilind ê Îranê ku ji Reutersê re axivî, got, ''Japonya, ji bo ku navbeyna Îranê û Emerîkayê nerm bibe, dikare navbeynkariyê bike.''

Heman rayedarî got, ''Emerîka jî ji bo ku niyeta xwe ya baş nîşan bide, dikare ambargoya neheq a li ser petrolê rake an jî dema jê bêrîbûnê dirêjtir bike''. DYE, Japonya jî di nav de hin welat, heta Nîsanê ji ambargoyê bêrî kiribûn da ku bikaribin petrolê bistînin. Lê piştî ku dema diyarkirî qediya, dawî li vê rewşê jî hat.

Rayedarekî din ê Îranê got, ew hêvî dikin ku Shînzo Abe ji bo ku rageşiya li Rojhilata Navîn kêm bibe, ''bi roleke çêker'' rabe.

Serdana Abe ji serî ve têkilî rageşiya di navbeyna DYE û Îranê de dihate şîrovekirin. Rêveberiya DYE'yê Gulana 2018'an ji peymana nukleerê ya Viyanayê ku 2015'an bi Îranê re hatibû amadekirin vekişiyabû û  li bara Îranê hatibû ser sêhra berê.

Dawiya Gulanê Serokê DYE'yê Donald Trûmp dema serdana Tokyoyê kir, gotibû ew dixwazin bi Îranê re li hev bikin û heke Japon alîkar be wê pê dilxweş bibin.

Trûmp gotibû, ''Ez pê dizanim ku Serokwezîr pir nêzî rêveberên Îranî ye û em ê bibînin bê ka wê çi bibe.''

Abe jî di civîna çapemeniyê de ya bi Trûmp re gotibû li ser vê rewşa sotîner ku rojeva navneteweyî ye tişta ku ji dest tê wê texsîr neke.