Îran wê dîsa dest bi xurtkirina ûranyûmê bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku wê qewlekî din ê di çarçoveya peymana nukleer de betal bikin.

Di Gulana 2018’an de DYE xwe ji peymana nukleer vekişandibû. Îran di vî warî de gaveke din avêt.

Serokkomar Hasan Rûhanî diyar kir ku wê li fabrîkeya Fardo ya ku 180 kîlometre li başûrê Tehranê ye, dîsa dest bi dewlemendkirina ûranyûmê bikin. Hilberîna li vê fabrîkeyê piştî peymanê hatibû sekinandin. Rûhanî got ku “Heke ew li gorî qewlan tevbigerin em dikarin enjektekirina gazê bidin sekinandin. Lê heke li gorî qewlan tevnegerin, nabe ku em jî li gorî peymanê tevbigerin.”

Vê daxuyaniya dawîn qonaxa çaremîn a qewlan e ya ku hatibû sekinandin. Piştî ku 60 roj ji ser qewlên berê derbas bû, Rûhanî ev daxuyanî da. Îran ji bo betalkirina ambargo û zextên Emerîkayê ji îmzevanên peymanê dixwaze ku bila rêyekê bibînin.