Îran wê dawiya mehê rezervên xwe yên ûranyûmê zêde bike

Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê ragihand, wê rezervên xwe yên ûranyûma dewlemenkirî dawiya mehê di çarçoveya peymana nukleerê de derxînin ser rêya hatiye diyarkirin.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalvendî civîneke çapemeniyê pêk anî û got, "Ji îro û pê ve kar dest pê kiriye ku rezervên ûranyûma dewlemendkirî ji 300 kîlogramî zêdetir bibe."

Kemalvendî got, "Di nava 10 rojan de yanî 27'ê Hezîranê em ê ji vî sînorî derbas bibin."

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî hefteya derbasbûyî di konferansekê de ya ji bo xurtkirina hevkariya dewletên Asyayê gotibû, wê sozên xwe yên di çarçoveya peymana nukleerî de dane kêm bikin.

Rûhanî gotibû, "Îran nikare bi rengekî yekalî vê peymanê bidomîne."

Peymana nukleerî sala 2015'an di navbera Îran, DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Elmanya de li Viyanayê hatibû îmzekirin.