Îran vê carê ji Rûsyayê peyk şand fezayê

Îranê roja Pêncşemê ji Rûsyayê peykek wênekêşî û dûrbînê şand fezayê.

Şandina peyka “Pars-I” ya bi amûra firandinê ya bi soyuz-2.1b a Rûsyayê bi awayekî zindî di televizyona dewletê ya Îranê de hat weşandin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Irna peyk ji “Baregeha firandinê ya Vostotchny a Rûsyayê” ku 8 hezar kilometre dûrî rojhilatê Moskowê hatiye firandin û bi awayekî serkeftî şand fezayê.

Wezîrê telekomunîkasyonê yê Îranê Îsa Zareppûr, da zanîn ku Pars-I 'bi temamî' li Îranê hatiye amadekirin. Îranê di du salên dawî de nêzî deh peykan şand fezayê, di meha Çileyê de hatibû ragihandin ku yekemcar di heman demê de sê peyk şandine fezayê.