Îran û Sûriyê peymana hevkariya leşkerî mohr kir

Wezîrê Parastinê yê Îranê Amîr Xatemî, çû serdana Şamê û di navbera her du dewletan de peymana hevkariya leşkerî hate mohrikirin.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Amîr Xatemî , roja yekşemê ji bo du rojan çû serdana Şamê. Amîr bi taybet ji hêla serokê dewletê Beşar Esad ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîm, di navbera her du dewletan de peymana hevkariya leşkerî hate mohrkirin. Di derbarê peymanê de agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Ev serdan di demeke ku DYA, zextên xwe yên ji bo Îran ji Sûriyeyê derkeve zêde kirî de pêk hat.

Hêj hefteya bihurî, şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’ê Donald Trûmp, John Bolton xwestibû ku Îran hêzên xwe yên li Sûriyê vekişe.

Rayedarên payebilind ên Îranê ragihandibûn ku hêzên wan ên li Sûriyê bi daxwaza hikumeta Şamê hatine û projeyeke wan ku di demeke kurt de vekişin jî nîn e.

Li gorî agahiyan ji sala 2012’an heta niha efserên payebilind ên Mihafizên Şoreşê jî tê de zêdetirî hezar leşkerên Îranê di Şerê li Sûriyê de mirine. Lê tê gotin ku ev hejmar zêdetir e.