Îran û Bahreyn têkiliyên dîplomatîk pêk tînin

Dîplomatên Îranê diyar kirin ku Îran û Bahreyn biryar dane ku hevdîtinên dîplomatîk ên ku ev 8 sal in bi awayekî qut bi rêve diçe ji nû ve pêk bînin.

Di daxuyaniya ku roja Duşemê hat dayîn de, hat ragihandin ku ev biryar di serdana Wezîrê karê Derve yê Bahreynê Abdullatîf bîn Raşîd El Zayanî ya ji bo beşdarbûna civîna Dîyaloga Hevkariya Asyayê ya li Tahranê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, di dema hevdîtina bi El Zayanî re Wezîrê Karên Derve yê Îranê Alî Bagerî ragihand, "Wan Ji bo her du alî wê çawan têkiliyên siyasî bidin destpêkirin li ser mekanîzmayên pêwîst a danûstandinan li hev kirine.”

Bahreynê di sala 2016'an de piştî ku xwepêşandêrên ku darvekirina oldarê mûxalîf ê Şîa Nîmr El Nîmr êrîşî balyozxane û konsolosxaneya li bakur rojavayê bajarê Meşhedê ya Erebîstana Siûdî ya li Tahranê kirin, têkiliyên xwe bi Îranê re qut kiribû,

Îran ku piraniya wan Şîa ne û Qraliyeta Sûnî ya Erebîstana Siûdî, di Adara 2023'yan de bi peymaneke ji aliyê Çînê ve hate amadekirin, ji nû ve dest bi têkiliyên xwe kirin.

Tahran ji wê demê û vir ve hewl dide têkiliyên dîplomatîk bi welatên din ên Ereb ên mîna Misirê re jî ji nû ve pêk bîne.

Zayanî, di meha Gulanê de ji bo merasîma cenazeyê yê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr-Abdullahiyan ên di 19'ê Gulanê de di encama ketina helîkopterekê de jiyana xwe ji dest dan, serdana Îranê kiribû.