Îran û Çînê ji bo 25 salan 'peymana hevkariya stratejîk' îmze kir

Îranê û Çînê roja Şemiyê ji bo 25 salan 'peymaneke hevkariya giştî' îmze kirin.

Li gorî nûçeya Tehran Tîmesê, peyman ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf û hempîşeyê wî yê Çînî Wang Yî ve li Tehranê hate îmzekirin.

Detayên peymanê nehate eşkerekirin. Tehran Tîmesê di vê mijarê de cih da parvekirineke Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Pekînê Mûhammed Keşavarz-Zadeh a li ser twîtterê. Sefîrê Bilind diyar kir ku metna peymanê bi taybetî kapasîteya hevkariya li qadên "teknolojî, pîşesazî, ragihandin û enerjiyê ye."

Rojnameya Fînancîal Tîmesê nivîsand ku projeyek ji 18 rûpelî ya li ser mijarên enerjiyê, petrokîmya, enerjiya nukleerê, teknolojiya bilind û hêzên leşkerîp ar dîtine. Her wiha hate ragihandin, Îran xwedî projeyên deryayê ye ku rola Çînê ya li 'Rêya Îpekê ya Nû' teşwîq bike.