Îran ji ÎMF'ê deyn xwest

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo têkoşîna li dijî pandemiya Covîd-19 daxwaza deynê ji 5 milyar dolarî ji Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF) kir.

Rûhanê Desteya Wezîran civand û got, "Bang li saziyên navneteweyî hemûyan dikim ku bi berpirsyariya xwe rabin."

Rûhanî got, "Em endamekî ÎMF'ê ne (...) Eger di mijara dayina krediyê de li hemberî Îranê û yên din cihêkarî hebe, ne em ne jî civata giştî wê vê yekê xweşbîn nebîne."

Îranê 12'ê Adarê bang li ÎMF'ê kiribû ku bi berpirsyariya xwe rabe û li dijî Covîd-19 daxwaza alîkariyê kiribû.

Li gorî daneyên ÎMF'ê, rêveberiya Îranê ji dema beriya Şoreşa Îslamê ya 1979'an di navbera salên 1960 û 1962'an de û vir ve alîkariya krediyê negirtiye.

Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf 12'ê Adarê bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşandibû û gotibû, ji bo piştgiriya fînansî ya bi lez a ÎMF'ê Bankaya Navendî daxwaz kiriye.

Rûhanî got, "Eger di vê dema zehmet de berpirsyariyên xwe pêk nînin, hingî dinya wê wan bi rengekî cuda darizîne."

Li Îranê li gorî daneyên fermî vîrûs bi zêdeyî 62 hezar û 500 kesî ketiye û 3 hezar û 800 ji wan mirine. Lê belê tê gotin ku bîlançoya fermî nerast e. Li gorî çavkaniyên mûxalîf li 242 bajaran zêdeyî 19 hezar û 500 kes mirine.