Îran dixwaze bi Siûdî Erebistanê re rûnê!

Sefîrê Îranê yê Bexdayê diyar kir ku ew dixwazin nakokiyên xwe yên bi Siûdî Erebistan û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî ‘bi lez’ çareser bikin.

Sefîr Îrac Mescîdî ji ajansa nûçeyan a Iraqê re axivî û diyar kir ku ew dixwazin nakokiyên xwe yên bi Siûdî Erebistan û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî ‘bi lez’ çareser bikin.

Di 22’ê Çileyê de Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Erebistanê Faysal Bîn Farhan jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ew dixwazin bi Îranê re rûnên. Li gorî Farhan gelek welatan pêşniyaza qasidiyê li wan kiriye.

Têkiliyên di navbera Tehran û Riyadê gelek xerab bûbû û di sala 2016’an hatibû asta ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut bikin.

Her du welat bi rêya wekaletê di gelek şer û krîzan de tên pêşberî hev. Li Yemenê Siûdî piştgiriyê dide hêzên hikumetê, Îran jî piştgiriyê dide Hûsiyan. Li Sûriyeyê jî Tehran bi rejîma Şamê re tifaqek ava kiriye, Siûdî Erebistan jî piştgiriyê dide komên din.