Îran bi ûranyûmê gefê li cîhanê dixwe!

Piştî ku Îranê diyar kir ku ew ê 60 rojan ji peymana çekên nukleer xwe vekişîne, xebatên xwe yên xurtkirina ûranyûmê 4 katan zêdetir kir.

Piştî ku DYE sala borî xwe ji peymana nukleerê vekişandibû, Îraneke gaveke nû avêt. Li gorî daxuyaniya Îranê ya di 8’ê Gulanê de ligel ku welatên wekî Elmanya, Fransa û Rûsyayê jî li dijî wê derket, Îranê biryara xwe xist meriyetê.

HILBERÎN 4 KATAN ZÊDETIR KIR

Berdevkê Saziya Atomê ya Îranê Behrûz Kemavendî duh ji çapemeniyê re diyar kir ku wan di 8’ê Gulanê de dest bi hilberînê kirine. Kemalvendî diyar kir ku wan hecma xurtkirina ûranyûmê 4 katan zêdetir kirine. Kemalvendî got ku “Ji bo derbaskirina hecma ûranyûmê ya 300 kîlo, pêdivî bi demeke dirêj tune. Ev kar di nava çend hefteyan de dikare pêk were.”

Kemalvendî diyar kir ku biryara wan li gorî gavên kesên hember e û got “Heke heta 60 rojan welatên Ewropayê qewlên xwe bi cih bînin wê pêdivî bi gavên din nemîne.”

Li gorî pisporan Îranê dema ku gotiye em xwe ji peymanê vedikişînin jî xebatên xurtkirina ûranyûmê kirine û ev jî diyar dike ku beriya peymanê Îranê amadekariyên ji bo xurtkirina ûranyûmê kiriye.