Îran: Bi hin şertan em dikarin bi DYE’yê re rûnên

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf hin şert diyar kir kir û got ku “Em ji hevdîtina bi hin şertan re amade ne.”

Aloziya di navbera DYE û Îranê didome. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîd ji bo ku tevlî Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, çû New Yorkê.

Di hefteyên dawîn de dihat diyarkirin ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî di civîna NY de dibe ku li hev rûnên. Lê rayedaran Îranê gelek caran diyar kirin ku wê hevdîtin pêk neyê.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir ku, bi hin şertan hevdîtin dikare pêk were. Zarîf got “Heke zext û ambargo were rakirin wê Îran jî destûrê bide kontrola daîmî ya tesîsên nukleerê. Sembola aştîyê her dem li ser maseyê bû.”

Serokê Rûhanî yê Îranê Seyîd Alî Hamaney jî hefteya borî diyar kiribû ku bi tu awayî ew ê bi DYE’yê re rûnenên.

Li gorî çavdêrên siyasî daxuyaniyên Cevad Zarîf nîşan dide ku fikrên Hasan Rûhanî û Hamaney ji hev cihê ne.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan jî diyar kir, dibe ku ev hevdîtin pêk neyê û got “Li gorî min hevdîtina di navbera Serok Trûmp û Serokkomar Rûhanî ne meseleya pêşîn e. Meseleya pêşîn ev e ku gelo em dikarin aloziyê kêm bikin an na?”