Îran: Balefira bê mirov a DYE’yê beriya niha jî îxlal pêk anîbû
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf ragihand ku balefira bê mirov a DYE’yê dawiya meha Gulanê jî îxlal pêk anîbû.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf ragihand ku balefira bê mirov a DYE’yê dawiya meha Gulanê jî îxlal pêk anîbû.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf li ser Twîtterê daxuyanî da û ragihand ku balafira ku îxlal pêk anî “MQ9” e. Ev kod ji bo dronên êrîş û çavdêriya Predatora tîpa B tê bikaranîn.
Zarîf diyar kir ku bûyer 26’ê Gulanê pêk hatiye û bi nexşeyekê rêya ku balafira bê mirov şopandî parve kir.
More evidence—including encroachment of a MQ9 spy drone on 5/26, speedboat purchases & phone calls planning to attribute ship attacks to Iran—indicate #B_Team was moments away from trapping @realDonaldTrump into a war. Prudence prevented it, but #EconomicTerrorism brings tension. pic.twitter.com/LmWJTDvt2O
— Javad Zarif (@JZarif) June 23, 2019
Li gorî nexşeyê drona Emerîkayê li ser avên Îranê yên li perava lîmana Aselûye ya dikeve başûrê Îranê geriyaye. Li gorî vê drona ku 20.29’ê sînor îxlal kir di navbera 21.03 û 21.09’ê de tê hişyarkirin û piştre paşve vedigere. Tê xuyakirin ku Îran 20.30’an de hişyarî dide. Dîsan li gorî nexşeyê heman drone dema nêzî sînor dibe du caran 21.31 û 21.33’an ji aliyê Îranê ve tê hişyarkirin.
Muhafizên Şoreşê yên Îranê 20’ê Hezîranê li tengava Hurmuzê balafira bê mirov a DYE’yê anîbûn xwarê. DYE’yê îdîa kiribû ku dron li qada hewayî ya navneteweyî de bû, Îranê dîmenên xistina balafirê parve kiribû û diyar kiribû ku balafirê sînor îxlal kiriye.