Îran: Êdî em di rojê de 5 kg ûranyûma bihêz hildiberînin

Rejîma Îranê ragihand ku êdî ew di nava rojê de 5 kêlogiram ûranyûma bihêz hildiberînin.

Serokê Saziya Enerjiyê ya Atomê ya Îran Alîkarê Serokkomar Alî Ekber Salehî di daxuyaniyeke bi televîzyona dewletê ya fermî re dayî de, ragihand ku êdî ew di nava rojê de 5 kg ûranyûma bihêz hildiberînin.

Salehî diyar kir ku di asta jor de jî wê du modelên sandrîfuj pêş bixin, ragihan yek ji van jî dest bi ceribîna wê kiriye.

Salehî anî ziman ku ji beriya qonaxa sêyan rojê 450 gram ûranyûma bihêz hildiberan û got: “Lê êdî em  di rojê de 5 hezar gram hildiberînin.”

Salehî got: Divê em spasiya dijminê xwe bikin ku fersend da me ku em bi taybet di warê pîşesaziya nûklerî de hêza xwe hê xurtir bikin.”