Îngilistanê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand

Qraliyeta Yekbûyî ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand.

Wezîrê Karên Derve yê Îngiliz Domînîc Raab diyar kir, ku wan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandine, ji ber ku dibe ku wan çekan di êrîşên dagirkeriyê de bi kar bîne.

Raab li parlamentê axivî û got, "Firotina çekên leşkerî yên ku Tirkiye dikare di vê operasyonê de bi kar bîne hatiye rawetandin."

Fînlandiya, Norwêc, Hollanda, Elmanya û Fransayê beriya niha firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandibûn. Yekîtiya Ewropayê jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kiribû, biryar wergirtibû ku di asta neteweyî de ji bo firotina çekan hîn bêhtir tedbîrên tund bên wergirtin.