Îngilîstan wê 440 leşkerê din bişîne Efganîstanê

Kraltiya Yekbûyî bi çarçoweya NATO'yê wê 440 leşkerê dî bişîne Efganîstanê.

Biryara Kraltiya Yekbûyî hate ser wê demê ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp ji hevalbendan alîkariyeke zêdetir xwestibû.

Tê payin ku civîna NATO'yê ya li Brukselê Çarşemê bi  tevdîrên jidiyayî dest pê bike, vê navbeynê hate ragihandin ku London wê 440 leşkerî bişîne Efganîstanê.

Serokê DYA'yê dixwaze lêçûnên leşkerî yên Ewropiyan heta 2024'an bibe 2 ji 100'î yê dewlemendiya navxwe ya welêt ya netewî. Trûmp sereqat hevalbendan bi wê tawanbar dike ku li ser mijara lêçûnên leşkerî peymanê bi cih nayînin.

Serokwezîra Îngilîstanê Theresa May got, ji bilî şandina leşkeran a ji bo Efganîstanê her wiha yek ji wan 5 welatê endamê NATO'yê ye ku gihaye asta 2 ji 100'î ya li gorî peymanê. Beşek ji leşkere Ingilîz Tebaxê û beşek jê wê ji Sibatê were bicihkirin. Bi vî rengî hijmara leşkerên Ingilîz ên li Efganîstanê wê bibin 1.100.

16 hezar leşkerên NATO'yê li Efganîstanê hene. Ji van 13 hezar ên artêşa Amerîkayê ne.