Îndependent: Tirkiye çeteyên DAÎŞ’ê perwerde dike û dişîne Efrînê

Rojnameya Îndependentê ya li Îngîltereyê diyar kir ku Tirkiye çeteyên DAÎŞ’ê yên berê li ser navê OSO perwerde dike û li Efrînê li dijî Kurdan dide şerkirin.

Di nûçeya Patrîck Cockbûrn de ya ku di rojnameya The Îndependentê de hatiye weşandin tê diyarkirin ku çeteyên ku teslîmî Tirkiyeyê bûne, li Efrînê tên bikaranîn.

Rojname bi endamekî berê yê DAÎŞ’ê yê bi nasnavê Faraj axivî. Faraj diyar dike ku ‘Tirkiye endamên DAÎŞ’ê perwerde dike û wan dişîne Efrînê.”

DI PERWERDEHIYAN DE TÊ XWESTIN KU TAKTÎKÊN ÊRÎŞÎ BIGUHERÎNIN

Ji bo ku neyê fêmkirin ev kes endamên berê yên DAÎŞ’ê ne, girîngiyeke taybet didin perwerdekirina wan.

Li gorî îddîayê tê xwestin ku çeteyên berê yên DAÎŞ’ê taktîkên xwe yên êrîşî biguherînin. Di vê çarçoveyê de metodên nû hînî van kesan tê kirin.

Li gorî agahiyên ku Îndependetê diyar kiriye, taktîkên êrîşê yên wekî bombeya zindî û bikaranîna wesayîtên bombebarkirî hatiye qedexekirin. Bi vî tiştî re tê xwestin ku hevkariya DAÎŞ-Tirkiyeyê zêde xuya nebe.

JI BO KU BIBIN ENDAMÊ OSOYÊ TIRKIYE ZEXTÊ LI WAN DIKE

Di nûçeya rojnameyê de tê diyarkirin ku Tirkiye zextan li van kesan dike û wan bi zorê dişîne dagirkirina Efrînê. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku ev kes ji ber ku ‘bi tecrube’ ne tên bikaranîn û awantajeke din jî ev e ku, ev kes ew ê windahiyên artêşa Tirk kêmtir bikin.

Endamê berê yê DAÎŞ’ê yê bi nasnavê Faraj ê ku Erebê Hesekê ye diyar kir ku DAÎŞ û Tirkiye hev du bi kar tînin. Faraj diyar dike, Tirkiye piştî ku karê wê bi van çeteyan qediya, ew ê têkiliya xwe bi kesan re qut bike.