ÎMF'ê krediya nû da Ukraynayê 

Fona Navneteweyî ya Pereyan (ÎMF) ragihand ku ew ê 14 milyar dolarên din bide Ukraynayê ya ku bi Rûsyayê re bi krîzekê ye û bi şerekî navxwe ye.

Li gorî daxuyaniya ÎMF'ê, ji bo ku bi lezgînî bidin Ukraynayê, bernameya alîkariyê ya ku hatibû hazirkirin, hate qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin 3,9 milyar dolarên ku wê bidin Ukraynayê di 14 mehan de wê were dayin û beşê pêşî 1,4 milyar dolarê vê  serbest hatiye hiştin.

Tê zanîn rêveberiya Kîevê paralelî krîza aborî heta 2020'an divê bi milyaran dolar deyn bide.

Li Ukraynayê ku tê texmînkirin aboriya wê 3,3 zêde bibe, ji bo sala were jî rêjeya rabûna Ukraynayê 2,7 ji 100'î tê hesabkirin.