Îdîaya ku Trûmp 'agahiyên veşartî bi Dûterte're parvekiriye

Donald Trûmp ê ku bi hinceta agahiyên sîxûrî yên veşatî yên DYA’yê bi Rûsyayê re parvekiriye û hinek şêwirmendên wî jî bi rêveberên wî welatî re di nava têkiliyan de ne, bûye hedefa çapemeniyê û muxalefetê, niha jî hat îdîakirin ku agahî dane Filîpîniyan.

Di nûçeyek a New York Times de ku li dijî Trump bi mûxalefeta xwe ya tund tê naskirin, diyar kiriye ku Serokê DYA'yê di hevdîtina xwe ya 29'ê Nîsanê de ya bi Serok Dewletê Filipînê Rodrîgo Dûterte re ya bi telefonê pêk anî, sirên girîng parvekiriye.

Di nûçeyê de, hate destnîşankirin ku Trûmp ji Dûterte re gotiye ku DYA 2 nuklerên binê behrê şandiye nêzîkî Koreya Bakur û ev agahî pêwîste di rastiye de veşartî bê girtin.

New York Times îdîa kir ku hevdîtina bi Wezareta Karê Derve yêFilipînê re rast e û ev îdîa ji aliyê berpirsekî rêveberiya Trûmp ve jî hatiye piştrastkirin.

Hinek dezgehên çapemeniyê yên ku nêzîkî Partiya Demokrat û hinek ji îstixbarat û burokrasiya karê derve ji li dijî Donald Tûrmp nerazîbûn nîşan dane. Herî dawî derket holê ku Trûmp têkildarî çeteyên DAIŞ’ê agahiyên sîxûrî yên gelek veşartî ku ji sê welatan hatibûn, di hevdîtina 10’ê Gulanê ya li Qesra Spî li gel Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lergey Lavrov re pêk aniye, parvekiriye.

Yek ji şêwirmendê kevîn yê Trûmp Mîke Flynn têkliya wî ya bi Rûsyayê re hatibû lêpirsînkirin û biryara ji peywirê girtin, hatibû dayîn.

Kesên li dijî Trûmp diyar dikin ku Trump 'ne di wê astê de ye ku dewletê birêvebibe' ye. Li rexmê parvekirina gelek agahiyên veşartî di tîma wî de gelek kes hene ku tê îdîakirin ku têkliyên wan yê veşartî bi Rûsyayê re hene.