Êrişên Talîbanê: Leşkerên DYE'yê wê li gorî 'plana diyarkirî' vekişin

Di demekê de ku Talîban ji aliyê leşkerî ve xurt bûye, hêzên xwe yên leşkerî vedikişîne. Li gorî rêveberiya DYE'yê vekişîn li gorî plana hatiye destnîşankirin bi rê ve diçe.

Talîbanê doh duyemîn bendava herî mezin a welêt kontrol kir. Tevî ku rîsk heye temamiya welêt kontrol bike, hêzên li Efganistanê vedikişin. Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îdîa dike ku metirsiyeke bi vî rengî nîne.

Wezîrê Parastinê Lloyd Austin li ser vekişînê daxuyaniyek da û got, "Vekişîn bi qasî ku hatiye plankirin dewam dike." Serokê Fermanariya Giştî Mark Milley jî anî ziman ku gelek balafirên bombardûmana giran û şer jî wê piştgiriyê bidin vekişînê.

Tevî ku fikar hene, vekişîna hêzên Emerîkî û welatên NATO'yê wê pêşî li Talîbanê veke, Wezîrê Parastinê Lloyd Austin bi bîr xist ku herî dawî li Laşkar Gahê di şer de yekîneyên Efganistanê serketinên girîng bi dest xistine.

Austin ragihand ku DYE wê piştgiriya xwe ya ji bo hikumet û hêzên Efganistanê dewam bike û got, "Em hêvîdar in ku bi piştgiriya me re wê hêzên Efgan bi bandor bibe." Lê belê li gorî Serokê Fermandariya Giştî Milley hînê zû ye ku mirov li ser encamên vekişînê biaxivin.