Êrîşên polîtîk li Elmanyayê zêde dibin

Hat eşkerekirin ku li gorî sala 2021’ê, sala 2022’yan êrîşên bi motîfên siyasî hatine kirin, pir zêde bûne. Ên ku bi piranî kesan birîndar dikin jî rastgirên zêde rastgir û nijadperest in.

Li gor daneyên yekîneyên polîsên federal û yên eyaletan, sala çûyî bûyerên bi şidet li Elmanyayê zêde bûne. Hikûmet û yekîneyên ewlehiyê, bi taybetî bi zêdebûna bûyerên kes ji ber birîndar dibin, bi fikar in.

Hikûmetê, bi daneyên di destên xwe de bersiva pirsnameyeke pêşkêşê meclîsê hat kirin, da û da zanîn ku sala 2021’ê li seranserê welêt 1890 kes di bûyerên bi armancên siyasî hatine kirin de birîndar bûne û sala 2022’yan hezar û 118 kes birîndar bûne. Ajansa nûçeyan a Elman DPA, îşaret bi vê hejmarê kir ku demkî ye, ya rast kesên birîndar zêdetir in.

PIRANIYA ÊRÎŞAN RASTGIR DIKIN

Li gor daneyên di destên hikûmetê de, hejmara bûyerên bi motîfên siyasî tên kirin 3 hezar û 600 kes in. Hat diyarkirin ku ji van êrîşan qet nebe hêzar jê ji aliyê rastgiran ve hatine kirin. Her wiha hat zanîn ku hejmara bûyerên yekîneyên ewlehiyê jê re dibêjin “tundiya çepgir“, 700 e.

Li gor daneyên hikûmetê yên bi sernavê “Bîrdoziyên biyanî“ jî, sala 2022’yan nêzîkê 300 bûyer qewimîne. Hat diyarkirin ku parekê giring ê van bûyerên ji ber siyaseta navxweyî û rageşiyên li Tirkiyeyê ye ku li Elmanyayê rûdidin, pêk hatine. Lê hikûmeta Elman di vê mijarê de zêde agahî neda.