Musteşarê Qidemdar ê Wezareta Kerê Derve yê Iraqê Nizar el Kaadîrallah, Sefîrê Tirk Maslahatguzarî vexwend Wezareta Derve û noteke ya protestokirinê dayê.
Li gorî nûçeya Ajana Nûçeyan a Iraqê (ÎNA), El Kadîrallah ji ber serdana Wezîrê Parastina Tirk Hûlûsî Akar a bê ‘koordîneya’ Bexda ya çû herêma ‘operasyonê’ ya Başûrê Kurdistanê, nerazîbûna xwe nîşan da.
Berî notê hate diyarkirin ku Wezîrê Karê Hundir ê Tirk diyarkiriye ku wê li herêma Metîna navendekê ava bike.
Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bi taybet bi erêkirina PDK’ê û desteka wê gelek navendên leşkerî hene. Hinek ji van bi dehê salan e hene.
El Kadîrallah daxuyaniya Soylû ya avakirina navendeke leşkerî şermezar kir, derbaskirina xaka Iraqê hem esmanî û hem jî bejahî ji aliyê dewleta Tirk ve red kir.
El Kadîrallah got: “Domandina van nêzîkatiyên wiha, têkiliyên me yên dostane xira dike, li dijî hiqûqa cîrantî û yasayên navneteweyî ne.” El Kadîrallah wiha domand: “Cîran Tirkiye, bi yek alî bi rêbazên leşkerî ji bo pirsgirêka ewlekariyê ya hevpar, ne pêkan e ku rêyeke bi bandor a çareseriyê be.”