Êrîşa Lîege çeteyên DAIŞ’ê li xwe girt

Şevê din li bajarê Lîege yê Belçîkayê êrîşek pêk hat û di encamê de 2 jê polîs 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş li xwe girt.

Di malpereke înternetê ya çeteyan de, hate îddîakirin kesê ku êrîşa li Belçîkayê pêk anî endamê DAIŞ’ê ye û li ser navê DAIŞ’ê êrîş kiriye.

Serê hefteyê sûcdarê krîmînal Benjamîn Herman bi destûr ji girtîgehê derket, sibeha Sêşemê li Lîege bi kêran êrîşî polîsan kir û piştre bi çeka xwe polîs kuştibû. Êrîşkar piştre bi wesayîta xwe ji cihê bûyerê reviya û xwendekarekî zanîngehê yê 22 salî qetil kir.

Li aliyê din roja Duşemê li komîna ON kesek ji tîryakêşekî hatibû kuştin û tê payîn ku ev kes ji aliyê Benjamîn Herman ve hatiye kuştin.