Êrîşa li ser jinên Kurd di rojeva Swêdê de ye

Komeleya Jinan a Rosayê û aktivîstên TJA'yê di rojeva Parlamentoya Swêdê û rojeva medyayê de ne.

Wekîla Sosyalîst Amîneh Kakabaveh di gotara xwe ya rojnameya ETC'ê de û di pirsnameyê de ku dayî Parlamentoyê Swêd zext û êrîşên dewleta  Tirk ên li ser jinan û rêxistinên jinan anî rojevê.

Ji Wezîra Karê Derve Ann Lînde pirsî bê ka ji bo aktivîstên Komeleya Jinan a Rosa û TJA'yê werin berdan wê daxwazê bike yan na.

LÎNDE: ÊRÎŞ BI TAYBETÎ LI DIJÎ HDP'Ê NE

Lînde got hikûmeta Swêd bifikar li rûdanên Tirkiyê yên  derbarê mafê mirovan, demokrasî û rêgezên dewleta hiqûqê dinerin û diyar kir nayê qebûlkirin ku siyasetmedarên jin û mêr ên partiyên muxalîf, parêzvanên mafê mirovan û rêveberên sendîkayan bi kêfî werin girtin. Lînde her wiha diyar kir zext û êrîşên dewleta Tirk bi taybet zirarê dide partiya muxalîf HDP'ê.

'ME XWEST KU WERIN BERDAN'

Lînde her wiya diyar kir azadiya derbirînê û ramanê şertên pêşî yên muxalefeta azad a pirreng û civaka demokraîk e, di danişînan de yên muxalîfên girtî û nûnerên ku gel hilbijartin li Tirkiyê ew bûne çadêr, girtîbûna Hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got, ''Li derdorên cuda me xwest ku werin berdan.''

'REXNEYA LI ERDOGAN WEKE TERORÎZMÊ TÊ SÛCDARKIRIN'

Kakabaveh di gotara xwe de ya di rojnameya ETC'ê de li ser êrîş û zextên dewleta Tirk ên li ser tevgerên jin agahî da.

Kakabaveh diyar kir her cure rexneya li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û rejîmê bi terorîzmê tê sûcdarkirin û ji bo çavtirsndina hêzên demokratîk û çewisandina wan bênavber mirov têne girtin.

'ÇALAKIYÊN TERORÊ EW BIXWE DIKE'

Kakabaveh bi bîr xist ku rejîma Tirk rêxistinên ku mafê mirovan û jinan diparêzin bi terorîzmê têne sûcdakirin û got, ''Ew bixwe çalakiyên terorê dike, li dijî mafê mirovan û li dijî hiqûqa navnetewî sûc dike.''

Kakabaveh her wiha diyar kir dewleta Tirk tevgera jinê û rêxistinên jinan weke dijminên rejîmê radigihîne û ji Swêdê xwest ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser tevgera jinan derkeve.