Êrîşa li Manchesterê: 14 kes hatin binçavkirin

Polîsên Îngilîz, di çarçoveya lêpirsîna li ser êrîşa li Manchesterê de, sibeha Duşemê kesekî din jî girtin binê çavan.

Hat ragihandin, kesekî 23 salî, li Sûssex a li başûrê Îngilîstanê hatiye binçavkirin. Polîsan her wiha li banliyoya Whalley Range ya li başûrê Manchesterê li nava malekê lêgerîn kirin.

Di êvara 22'ê Gulanê de, li salona konserê Arena ya li Manchesterê êrîşeke xwekujî hatibû kirin û li gorî bîlançoya dawî 22 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, 116 kes jî birîndar bûbûn. DAIŞ'ê ev çalakî li xwe girtibû.

Li Îngilîstanê heta niha 14 kes bi gumana vê êrîşê hatine binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de bav û birayekî êrîşkarê xwekuj Salman Abedî li Lîbyayê hatin binçavkirin.

Wezîra Karên Hundir a Îngilîstanê Amber Rûdd roja Yekşemê ji BBC re axivî û diyar kir, dibe ku hê kesên din ên pêwendiya xwe bi êrîşê re hene, reviyayî bin.