Êrîşa li Belçîkayê ji gelek aliyan ve xumamî ye

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên fermî ve li ser êrîşa doh a li Belçîkayê ve hatin dayin, haya hêzên îstîxbaratê berê ji êrîşkar hebû, lê sdema êrîşê hê ne diyar e.

Kesê bi navê Benjamin Herman doh danê sibehê li bajarê Liege 2 polîs bi kêrê birîndar kir, piştre çeka wan ji wan stend û ew kuşt. Herman her wiha kesekî 22 salî yê li cihê bûyerê di wesayita xwe de bû kuşt û piştre du jinên li lîseyekê dixebitî dîl girt.

Êrîşkar piştre hewl da ji avahiyê bireve û piştî ku 4 polîs birîndar kir hate kuştin. Êrîşkarê ku ji ber sûcên krîmînal ên weke dizî, narkotîkê û birîndarkirinê hatibû girtin û piştî ku bi destûrê ji girtîgehê derket, komkujî kir. Eşkere bû ku Herman êvara Duşemê jî kesekî bi navê Michael Wilmet ê ku narkotîk bi kar dianî, li mala wî ya li komuna Onê kuştiye. Şahid dibêjin, dibe ku herman ev kesê berê nas dikir kuştibe.

HAYA ÎSTÎXBARATÊ TENÊ JI SÛCÊN KRÎMÎNAL HEBÛ

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) beriya niha ragihandibû ku Herman dema li girtîgehê bû çeteyekî Îslamî yê tundrew nas kir û bi saya wî çeteyî radîkal bû.

Lê belê tê îdîakirin ku êrîşkar tenê ji ber sûcên krîmînal hatibû qeydkirin. Wezîrê Edaletê Koen Greens got, kesekî ku 13 caran bi destûrê ji girtîgehê derket û piştre li girtîgehê vegeriya, nedihat hêvîkirin ku cara 14'an komkujiyeke wiha bike.

TÊKILIYA WÎ YA BI ÎSLAMÎSTÊN RADÎKAL NE ZELAL E

Tê gotin, di civîna ewlekariya neteweyî de ku bi serokatiya Serokwezîr Charles Michel civiya, nehat piştrast kirin bê êrîşkar li girtîgehê bi Îslamîstên radîkal re têkilî daniye yan na. Her wiha îdîaya polîsan jî nehate piştrast kirin ku polîsan gotibûn, 'êrîşkar di dema êrîşê de gotiye Allah û Ekber'.

Çav li rê ye ku agahiyên li ser bûyerê îro ji aliyê dozgeriyê ve bên eşkerekirin.