Êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Wezareta Karê Hundir a Efganistanê bi dawî bû
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Wezareta Karê Hundir a Efganistanê bi dawî bû. Hate ragihandin ku endamên çeteyan hatine kuştin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Wezareta Karê Hundir a Efganistanê bi dawî bû. Hate ragihandin ku endamên çeteyan hatine kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê îro li gorî saeta herêmê 12:30’an de êrîşî Wezareta Karê Hundir kir. Berdevkê polîsan Haşmet Stanakzayî ragihand ku destpêkê li avahiya wezaretê wesayîta bombebarkirî hate teqandin û êrîşkarê din li benda yekemîn a kontrolê hate rawestandin.
Berdevkê Wezareta Karê Hundir Necîb Danîş diyar kir ku êrîşkar bi 2 wesayîtan hatine û wiha got; “8 kes bûn, yekî xwe teqand yên din jî hatin kuştin.”
Şer nêzî 90 deqîqeyan dom kir. Berdevkê wezaretê ragihand ku di êrîşê de 5 polîs mirin û yek jî birîndar bû. Li aliyê din berdevk diyar kir ku di êrîşê de windahiya sivîlan çênebûye. Çeteyên DAIŞ’ê êrîş li xwe girt.