Êrîşa Îsraîlê: 11 mirî, 48 birîndar
Di bombebarana artêşa Îsraîlê de ya li ser bajarê Sur ê li başûrê Lubnanê, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.
Di bombebarana artêşa Îsraîlê de ya li ser bajarê Sur ê li başûrê Lubnanê, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 48 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku Îsraîlê doh li ser herêmên cur be cur ên Surê êrîş pêk anîn û di van êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 48 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve 896 jê jin û zarok, 210 jê xebatkarên tenduristiyê, bi giştî 3 hezar û 481 kes mirin, 14 hezar û 786 kes jî birîndar bûn.