Êlekzer, gundî û xwendekarên lîseyê daketin kolanan

Li Fransayê çalakiyên Êlekzeran didome û xwendekarên lîseyê jî bi çalakiyan ketin hefteya nû. Ew ê gundiyên li Fransayê jî vê hefteyê di nava çalakiyan de bin.

Çalakgerên Êlekzer, xwendekarên lîseyê û karkerên çandiniyê jî di nav de gelek çînên civakê bêyî ku li benda axaftina Serokkomar Emmanûel Macron bimînin a ku ew ê vê Duşemê saet di 20.00’an de bike, dîsa dest bi çalakiyan kirin. Tê payîn ku Macron ew ê daxuyaniyên girîng bide.

LI LÎSEYAN 'SÊŞEMA REŞ'

Xwendekarên lîseyê ji bo protestokirina reforma perwerdehiyê bi çalakiyan dest bi hefteyê kirin. Xwendekarên lîseyê du hefte ne, bêyî navber meşan li dar dixin. Hefteya borî herî kêm 150 xwendekar ji aliyên polîsan ve destê wan li ser serê wan ji paş ve hatibûn girêdan û bi vî awayî hatibûn destgîrkirin. Li hemberî vî tiştî sendîkayan giliyê sûc kirin.

Sendîkaya Yekîtiya Lîseyiyên Neteweyî (ÛNL) diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga ‘Sêşema Reş’ kirin.

Di navbera 3-7’ê Kanûnê de herî kêm 200 lîse hatibûn blokekirin.

DAXWAZÊN SEREKE YÊN ÊLEKZERAN

Daxwazên sereke yên Êlekzeran wisa ye:

-Yên ku hatina wan zêde be, bila baceke zêde ji wan were stendin
-Meaşê herî kêm bila 1300 Eûro be
-Li gund û bajaran bila esnaf werin zêdekirin
-Divê meaşê malnişîniyê herî kêm 1200 Eûro be
-Bacên sotemeniyê divê neyên zêdekirin

Hefteya borî herî kêm 125 hezar kes tevlî çalakiyan bûbûn û 89 hezar endamên hêzên ewlehiyê hatibûn peywirdarkirin. Polîsan di rojekê de 974 kes destgîr kiribûn.
Karkerên çandiniyê jî ji ber bac û hatine kêm ew ê dest bi çalakiyan bikin. Sendîkaya Çandiyaran FNSEA awayê çalakiyên xwe eşkere nekir û diyar kir ku ew ê tevlî Êlekzeran nebin.