Çîpras: Pirovakasyonên Tirk , YE’yê jî dikin hedef

Serokokê YÛnanîstanê Aleksîs Çîpras, bertek nîşanî nêzîkatiya Tirk ya êrîşker da. Endamê YE’yê diyar kir ku pirovakasyonên li hemberî Yunanîstanê hemû li dijî YE’yê ne.

Serokê YÛnanîstanê bang li Tirkiye kir ku divê “ rêz ji qanûnên bingehîn ên navneteweyî re bigire” û got; “Hemû pirovakasyonên li dijî endameke Neteweyên Yekbûyî, di heman demê de YE’yê jî dike hedef.”

Çîpras, sînorên behrê yên Yûnanîstanê di heman demê de sînorên Yekîtiya Ewropane jî.

Serokê Yûnanîsanê çû serdana keştiya dewriyeyê ya dema şeva Duşemê ya bi Sêşemê ve dide girêdan ku li Egeyê li keştiya dewriyeyê ya Tirk qelibî, kir. Di bûyerê de ji karmendan hinek kes birîndar bibûn.. Roja 17’ê Çileyê du keştiyên Tirkan ûkeştiyek Yûnan li hev qelibîbûn.

Li gorî rayedarên Yûnanan dewriyeya Tirkan nêzî Kardakê qanûnên deryayî ya Yûnan a navneteweyî binpê kiriye.

Wezîrê Parastina Yûnanîstanê Panos Kammenos di derbarê vê bûyerê de NATO jî agahdar kir.