Çînê xwest êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin

Çîn jî bû yek ji wan welatan ku dixwazin dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn.

Wezareta Karên Derve ya Çînê bang kir ku dewleta Tirk 'operasyona leşkerî' ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

Berdevkê wezaretê Geng Shûang di civîna çapemeniyê de xwest, dewleta Tirk dawî li operasyonên xwe bîne û "li rêya rast vegere."

Yekîtiya Ewropayê, DYE, Yekîtiya Ereban, welatên Emerîka Latîn beriya niha dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kiribûn. Li Yekîtiya Ewropayê jî gelek welatan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandin. DYE jî li dijî dagirkeriya Tirk ku lampeya kesk jê re vêxistibû, biryara pêkanînên tund wergirt.