Çînê heyeta Talîbanan pêşwazî kir

Piştî biryara rawestina muzakereyan a Serokê DYE’yê Donald Trûmp ya bi tevgera Talîbanan re rêveberiya Çînê heyeteke Talîbanan pêşwazî kir.

Berdevkê Wezareta Têkiliyên Karê Derve yê Çînê Geng Shûang wiha got; “Çîn her demê rewşa li Efganistanê dişopîne û beşdarî pêvajoya aşti û lihevkirinê bûye.”

Shûang ragihand ku şefê heyeta muzakereyan a Talîbanan Abdul Ganîd Barader û gelek alîkarên wî ji bo hevdîtinan hatine Çînê lê têkildarî dîrokê agahî neda.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja 7’ê Îlonê eşkere kiribû ku muzakereyên bi Talîbanan re rawestandine. Di navbera DYE û Talîbanan de bi fermî ev saleke muzakere dihate kirin û heta dawiyê peyamên lihevkirinê hatibû dayîn.

Beriya rawestandina muzakereyan du rojan li Kabilê di êrîşekê de leşkerekî Emerîkî miribû û 11 kes birîndar bûbûn, ev jî weke hinceta biryara Trûmp hate nîşandan.

Berdevkê Çînî wiha got; “Em bihêvîne ku hevdîtinên muzakereyan yên di navbera DYE û Talîbanan de bidomin.”

Berdevkê Talîban Sûheyl Şahîn li ser Twîtterê ragihand ku dawiya hefteyê heyetek ku ji 9 kesan pêk dihat serdana Pekînê kirine û roja Yekşemê jî ji aliyê Sefîrê Çînê yê Efganistanê Deng Xîja ve hatine qebûl kirin. Hate ragihandin ku di meha Hezîranê de Talîbanan serdana Çînê kirine.