Çeteyên DAÎŞ’ê li Diyala û Xaneqînê êrîş kirin

Çeteyên DAÎŞ’êli Xaneqîn û Celavlaya Diyalayê ya Iraqê êrîşî hêzên Haşdî Şabî kir. Di êrîşê de 4 milîsên Haşdî Şabî mirin û gelek milîs jî birîndar bûn.

Di demên dawîn de li Kerkûk, Xurmatû, Diyala, Xaneqîn, Celavla û Germiyanê yên ku di navbera Iraq û Başûrê Kurdistanê de herêmên bi nakok in, tevgerên DAÎŞ’ê zêde bûne.

DAÎŞ’ê di nava hefteyeke dawîn de li gelek herêman êrîşî hêzên Iraqê û milîsên Haşdî Şabiyê kir.

Çeteyên DAÎŞ’ê çend roj berê êrîşî hêzên asayîşê yên li gundê Kuleco ya Kifriya Germiyanê kir. Şeva Yekşemê jî li Xaneqîn û Celavlayê êrîşî hêzên Haşdî Şabî kir.

Li herêma Neftxanê ya li başûrê Xaneqînê 4 endamên Haşdî Şabî mir, gelek endamên Haşdî Şabî jî birîndar bûn. Di heman saetan de li Celavlayê jî êrîşek hate kirin.

Piştî van êrîşan di navbera hêzên Iraqê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer çêbû. Şer heta derengiya şevê domiya. Derbarê mirî û birîndaran tu agahî nehatin stendin.