Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser leşkerên Iraqê

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşeke bombeyî li baregeha leşkerî ya li bajarokê Hedise yê Ambarê kirin.

Li bajarokê Hedise yê wîlayeta Ambar a Iraqê, 4 çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî baregeha leşkerî kirin. Di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên ewlekariyê de şer derket.

Di şer de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, çeteyekî jî bombeyên li xwe pêçayî teqand. Di encamê de endamekî Heşdî Eşaîrî û 2 endamên hêzên ewlekariyê yên Iraqê mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Hediseyê. Tê gotin, rewşa tenduristiyê ya hin birîndaran krîtîk e.