Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser leşkerên Iraqê

Çeteyên DAÎŞ'ê êvara Çarşemê li ser sînorê Xaneqînê êrîş birin ser artêşa Iraqê. Di encama êrîşê de 2 lekerên Iraqê mirin û 3 endamên çete jî hatin kuştin.

Çeteyên DAÎŞ'ê li herêma ku jê re ''nîqaş li ser heye'' tê gotin êrîşên xwe zêde kirin. Beriya niha jî çeteyên DAÎŞ'ê li Daqoq, Xurmatû li gelek deverên din êrîş anîbûn, êvara Çarşemê, li nav sînorên Xeneqinê, di navbeyna Celawla û Qeretepe de çeteyên DAÎŞ'ê leşkerên Iraqê kire hedefa xwe.

Piştî êrîşê şerekî kurt çêbû. Endamê Meclîsa Qeretepyê Selah Baban têkilî êrîşê got, yek ji DAÎŞ'iyan xwekuj bû, ketibû nav leşkerên Iraqê û bombe bi xwe da teqandibû.

Di êrîşa pêşî de 2 leşkerên Iraqê mirin, 3 jê birîndara bûn. Her wiha hate gotin 2 endamên çeteyên DAÎŞ'3e jî hatine bêbandorkirin û 4 jê birîndar bûne.