Çernobîl bi mertalê ji pola nixumî

Mertalê mezin ê ji pola ku reaktora santrala Çernobîl a li Ûkraynayê dinixumîne kete meriyetê. Mertal wê sed salan reaktorê biparêze.

Mertalê ji pola ku ji aliyê konsorsiyûm a Fransayê Novarka ve hatiye amadekirin bi 108 metreyan bilind e û bi 36 hezar tonî giran e. Bi derengî sala 2016'an hate amadekirin, Kanûna sala 2018'an jî radestî rayedaran hate kirin.

Mertal ketiye meriyetê û tê payin ku sed salî qadê biparêze. Bi vî rengî wê mertalê ku beriya niha ji aliyê Sowyetan ve hate amadekirin bê rakirin. Mertalê nû ji aliyê Bankaya Pêşvebirin û Avakirinê ya Ewropayê û civaka navneteweyî ve hate fînansekirin.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî got, "Me îro mifteya tesîsa ku bi dehan welatan, gerstêrkê û mirovahiyê ji radyoaktîfê diparêze wergirt."

Reaktora bi hejmara 4'an a santrala Çernobîlê 26'ê Nîsana 1986'an teqiya bû. Li gorî hin çavkaniyan madeya radyoaktîf li yek ji sê parên Ewropayê belav bûbû. Piştî felaketê bi sed hezaran kes hatin veguhastin. Qadeke ji 2 hezar kîlometreçargoşeyî jî hate valakirin. Li gorî hin çavkaniyan ji 200 hezar kesî heta milyonek kesî mirov ji ber felaketa Çernobîlê mirin.

Piştî felaketê jî sê reaktorên santralê hatin bikaranîn, lê ya dawî sala 2000'î hate rawestandin. Bi vî rengî karên li Çernobîlê bi temamî hate rawestandin. Bandora felaketa nukleer a Çernobîlê hîn jî didome.