Çavdêrên Swêdî qala hilbijartinên 24'ê Hezîranê kirin

Sîmon Johansson û Benny Gûstafsson ku hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê şopandin, li navçeya Soderhamn a Swêdê civînek li dar xistin û qala dek û dolabên di hilbijartinê de hatin gerandin kirin.

Civîn li pirtûkxaneya navçeyê pêk hat û nêzî 30 Swêdî tevlî bûn. Gûstafsson diyar kir ku li ser vexwendina HDP'ê weke çavdêr ew çûne Tirkiyeyê û li herêma Tetwanê li gundên ku AKP lê xurt in, çavdêriya hilbijartinê kirine.

Gûstafsson diyar kir, li 5 gundên ku wan serdana wan kirin destûr nehate dayin ku çavdêrên HDP'yî tevlî jimartina dengan bibin û got, "Heman tişt li gundên din jî li HDP'yiyan hate kirin. Serokê erkdarên li ber sindoqê wezîfedarê dewletê bû. AKP'yî gelekî aktîf bûn. Me li gundekî dît ku nûnerekî AKP'yî ji jinan re vedigot ku divê çawa deng bidin AKP'ê. Li gundekî jî li cihê sindoqê leşker hebûn."

Sîmon Jahnsson jî da xuyakirin ku yekemcar ew weke çavdêr tevlî hilbijartinên li Tirkiyeyê bû û zextên dihatin kirin ew matmayî hiştine. Johansson diyar kir, piştî ku ji gund derketin wesayita wan di rê de hate sekinandin û polîsan ew birine qereqolê.

Johansson anî ziman ku 7 saetan ew li qereqolê hatin hiştin û got, "Piştî ku em hatin berdan, em şopandin. Polîs hatin restoranta ku ji bo xwarinê em lê bûn. Çeka xwe nîşanî me dan û li dora maseya li kêleka me rûniştin. Timî gef li me dixwarin."

Gûstafsson ragihand, beriya hilbijartinê zexta li HDP'yiyan zêde bû û gelek ji wan hatin girtin û got, "Hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de nehat kirin. AKP û Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar anîn û pêşî li karê hilbijartinê yê HDP'ê girtin."

Gûstafsson û Johansson destnîşan kirin ku gelê Kurd di nava zordariyeke mezin de têdikoşe û ji beşdaran xwestin ku piştgiriyê bidin gelê Kurd.