Çar partiyên Elman ji bo HDP'ê bang li Enqerê kirin

Çar partiyên Elman, ku li Meclîsa Elman a Federal komên wan hene, ji bo ku zextên li ser HDP'ê biqedin bi nameyekê bang li dewleta Tirk kirin.

Partiya Demokratên Civakî, Partiya Çepgir, Partiya Demokratên Azad (FDP) û Partiya Keskan ji bo piştevaniya li HDP'ê nameyek hevpar nivîsîn, di nameyê de ya bi 22'yê Hezîranê zextên AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê şermezar kirin.

Ji bilî partiya desthilatê CDU/CSU û rastgirên radîkal AfD hemû partiyên ku komên wan li meclîsa federal hene bang li Tirkiyê kirin û gotin, ''Di serî de HDP, zexta li ser muxalefetê bidawî bike.''

Partiyên siyasî yên Elman bi bîr xistin ku vê sala dawî 45 şaredariyên HDP'ê hatine desteserkirin, ji ber ji peywirê standina hilbijartiyan, a heftiyan bihurî kirinên 'antî demokratîk' gotin û bal kişandin ser rapora Komîsyona Wenedîkê ya bi ser Konseya Ewropayê ve.

Di nameyê de her wiha hate diyarkirin destlênedana parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farîsoullari û wekîlekî CHP'ê hatiye rakirin, qeyûm anîne ser 6 şaredariyên HDP'ê û hate xwestin ku Tirkiye dev ji van kirinên nehiqûqî  biqere.

Wekîlên Elman bang li Tirkiyê kirin ku li gorî dewleta hiqûqê biçe û rêgezên azadiyê esas bibîne, diya kirin ku ew piştevanê wan hevşaredaran n ku ji peywirê hatine standin. Wekîlên Elman gotin, ''Di vê dema zor e yên ku ji b demokratîkbûna Tirkiyê têdikoşin em li gel wan in.''

Heftiya bihurî ji Partiya Çepgir, Keskan, FDP'ê û SPD'ê 33 parlamenteran ji bo siyasetmedarên ku dewleta Tirk rehîn girtibûn peyama piştevaniyê dabûn.