Çapemeniya Ewrûpayê: Kesên li hemberî şer tên binçavkirin

Girtina kesên ku li dijî şerê li hember Efrînê derdikevin, di çapemeniya Ewrûpayê de cih digire. Hê ji ser kongreya HDP’ê çend saet derbas nebûbûn lêpirsînan dest pê kir û çapemeniya Ewrûpayê her wiha bi awayekî dorfireh van lêpirsînan diweşîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Temps a Swîsreyê nûçeyeke bi sernivîsa ‘Kesên êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Efrînê rexne dikin, diavêjin girtîgehê” û dibêje: “Artêşa Tirk û hêzên lê zêdekirî (çeteyên OSO) di operasyona ‘çiqlê zeytûnê’ ya li hember YPG’ê daye destpêkirin de çapemeniya Tirk her roj bi du mijaran mijûl in: Ya yekemîn ‘terorîstên di operasyonê de hatine bêbandorkirin’ û ya din jî girtina kesên bi tewanbariya ‘propagandaya terorîzmê dikin’ têne binçavkirin.”

SPÎEGEL: ENQERE Lİ HEMBER DİJBERÊN ÊRÎŞAN TUND E

Nûçeya kovara Der Spîegel a onlinê jî balê dikşîne ser bêtehamuliya rejîma Erdogan a li hemberî dijberên şer û dibêje: “Enqere bi awayekî tund diçe ser dijberên êrîşa Tirk a li Sûriyê”. Di nûçeyê de her wiha tê gotin ku heta niha herî kêm 600 kes ji ber ku êrîş rexne kirine, hatine girtin.

DÎE PREŞE: HÊ ROJEK NEQEDIYABÛ LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN

Rojnameya Dîe Preşe ya Avûstûryayê bal kişand serê ku hê ji ser kongreya HDP’ê rojek derbas nebûbû, derbarê hevserokên nû yên HDP’ê lêpirsînê dest pê kir. Di nûçeyê de her wiha derbarê girtina dijberên şer de jî agahî tê dayîn û tê gotin “Dijberên şer bedelên giran didin.”

DEUTSCHLANDFUNK

Radyoya bi navê Deutschlandfunk jî di nûçêyên xwe de ragihand ku li hember hevserokên HDP’ê lêpirsîn hate vekirin û bal kişand ser girtina kesên ku dijberên şerê li Efrînê ne.

FRANCE 24: WENDAHÎ ÇIQASÎ ZÊDE DIBIN, ZEXT JÎ ZÊDE DIBIN

Qenala Fransî France24 jî destnîşan kir ku herçiqas wendahiyên artêşa Tirk zêde dibin, zextên li hember dijberên şer jî dijwar dibin.