Çapemeniya cîhanê li ser şerxwaziya Erdogan sekinî

Çapemeniya cîhanê cih dide nûçeyên li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê.

Dewleta Tirk a ku nikare di dagirkeriya li ser Efrînê de bi ser bikeve û her dem yekîneyên takwiyeyê dişîne û şerxwaziya Erdogan a ku zarokan jî îstîsmar dike, di çapemeniya cîhanê de cihekî girînd digire.

Di şîroveyekê de hate diyarkirin ku êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê dişibe dagirkeriya Naziyan a li herêma Sudetyayê ya ku Elmanî lê dihat axaftin.

JERÛSALEM POST: EFRÎN BÛYE SÛDETYAYA NÛ

Di The Jerûsalem Postê de Robert Ellîs bi sernavê “Efrîn: Sûdetyayeke nû” şîroveyek nivîsî. Di şîroveyekê de hate diyarkirin ku êrîşên Erdogan ên li ser Efrînê dişibe dagirkeriya Naziyan a li herêma Sudetyayê ya Çekoslovakyayê ya ku Elmanî lê dihat axaftin.

Di şîroveyê de qala ‘jîngehên nû’ hate kirin, a ku Erdogan ji bo penaberên Sûriyeyê dibêje. Di şîroveyê de ev gotin jî şibandin gotina Naziyan a ‘Lebensraûm’ (Qada jiyanê)

Di şîroveyê de hate diyarkirin ku Erdogan ji bo ku li ser desthilatdariyê bimîne welat ber bi şer ve dibe û piştî ku HDP di Hezîrana 2015’an de ket parlementoyê, Erdogan pêvajoya aştiyê bi dawî kir û şer da destpêkirin.

EÛRONEWS: AGIRBESTA KU JI BO GÛTAYA ROJHILAT DIXWAZE JI BO EFRÎNÊ NAXWAZE

Di televîzyona Eûronewsê de ya ku bi gelek zimanên Ewrûpî weşanê dike, nûçeyek hate weşandin û di nûçeyê de hate diyarkirin ku Erdogan tişta ku ji bo Gûtaya Rojhilat dixwaze, ji bo Efrînê naxwaze.

Di nûçeyê de hate diyarkirin Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dixwaze li Gûtayê agirbest pêk were û lê ji bo li dijî YPG’ê şer bikin hin yekîneyên xwe yên taybet dişîne Efrînê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji bo şerê li bajaran hin yekîneyên xwe yên taybet dixe dewrê.

NYT LI SER PROPAGANDAYA ŞER A ERDOGAN SEKINÎ

Di rojnameya New York Tîmesê de nûçeyek hate weşandin û di nûçeyê de propagandaya şer a Erdogan ya bi keçeke biçûk cih girt.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ‘Erdogan ji keça 6 salî re qala şehîdbûnê kir.’

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Tirkiye di dîrokê de jî bingeheke wê ya mîlîtarîst û nijadperest heye û piştî ku operasyona Efrînê hate destpêkirin jî, ji bo şer kampanyayên neteweyî tên lidarxistin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku, bikarhênerekî li ser medyaya civakî ji bo dîmenê Erdogan ê bi keça 6 salî re qala şehîdbûnê dike, gotiye ku, ‘Gelo Erdogan van gotinan ji neviyên xwe re jî dibêje?’

SEWQA YEKÎNEYÊN TAYBET DI ÇAPEMENIYA ELMANYAYÊ DE CIH GIRT

Di gelek weşanên Elmanyayê de takwiyeyên ji bo şerê li Efrînê derkete pêş.

Di Frankfûrter Allgemîne Zeîtûng (FAZ), N-TV, Dîe Zeît, Eûronews Elmanî û di gelek weşanên din de hate diyarkirin ku ew ê hêzên takwiye werin şandin. Di nûçeyan de hate diyarkirin ku ev yekîneyên taybet ji bo şerê li bajaran e.

DI MEDYAYA FRANSAYÊ DE HATE DIYARKIRIN KU WÊ AGIRBEST LI EFRÎNÊ JÎ PÊK WERE

Di medyaya Fransayê de gotinên Serokkomar Emmanûel Macron derkete pêş ê ku duh bi Erdogan re civiyabû. Di du nûçeyên AFP’ê de hate gotin ku biryara Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî agirbestê wê li Efrînê jî were pêkanîn.

Di nûçeya li ser malpera rojnameya Lîberatîonê de gotinên Macron ‘Agirbesta mirovî, Efrîn jî tê de ew ê li hemû Sûriyeyê pêk were’ derket pêş.