Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nêzî 3 meh in dewam dikin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi pêşengiya jinan 89 roj in çalakî têne lidarxistin. Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî gel li qadan e.

Li Rojhilatê Kurdistanê li beşek dibistanan, holên xwendinê û zanîngehê bi çalakiyên cuda çalakiyan dewam kirin. Bi taybetî li Sine, Kamîran û Merîwan çalakî hebûn.

Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, dayika Ferhad û Ferzad Tehazade bi peyamekê bi dîmen, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî cezayê dervekirinê yê li kurên wê hatî birîn hewldana xwe zêde bike.

Ji derveyî cezayê darvekirinê yê li van her du birayan, li bajarê Şimo li 4 xwepêşandêrên din cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Her wiha li ser asta Îranê jî, li dijî dayîna cezayên darvekirinê û pêkanînê nerazîbûn dewam dikin. Li hejmarek zanîngeh û peymangeha xwedekaran nerazîbûn nîşan dan.

Her wiha ji derverî welat jî çalakiyên li dijî zext û darvekirinan dewam dikin. Li welatên Brîtanya, Almanya, Swêd, Îtalya, Norvêc, Kanada û Awûstralya çalakiyên nerazibûnê hebûn.