Çalakiyên li Iraqê berbelav dibin

Li Iraqê çalakvanan bi berbelavkirina çalakiyan bersiva Serokwezîr Adil Ebudlmehdî ya ‘vegerin jiyana xwe ya asayî’ da. Li Kerbelayê li nêzî Sefaretxaneya Îranê 4 çalakvan mirin.

Li Kerbelayê di saetên şevê de çalakvan hewlda ku nûnertiya dîplomatîk a Îranê bişewitînin. Çalakvanên ku ala Iraqê bi dîwarê sefaretxaneyê ve hildan jor, nivîsa ‘Kerbelaya Azad, Îran bicehenime’ nivîsandin. Hêzên Iraqê bi çekan êrîşî çalakvanan kirin û 4 çalakvan mirin.

Çalkavanekî ku ji AFP’ê re axivî welatekî ku ji aliyê welatekî din ve neyê birêvebirin dixwazin, nerazîbûn nîşanî hêzên ewlehiyê kirin ku sefaretxaneya welatekî din dibaparêzin da. Çalakvan Îranê bi mîmarê sîstema nelirêtî ya Iraqê sûcdar kir.

Xwepêşandanên ku dixwazin rejîma li Iraqê hilweşe, di rojên dawî de li ser Îranê nerazîbûn zêdetir bûn. Îran û DYE sedemên serekî yên neçareserkirina welat tê dîtin, her du jî dixwazin qandên xwe berfireh bikin.

Li Bexda û bajûrê Welat piraniya dibistanên civakî deriyên wan nehate vekirin. Li Dîwaniyê ya 200 kêlometre dikeve başûrê paytextê li ser hemû avahiyê civakî pankarta ‘Ji aliyê gel ve hatine girtin’ hatine hildan.

Li Necef a ji bo Şiiyan bajarê pîroz e, li ser avahiya meclîsa bajar jî pankartek dişibe wan hate hildan.

Di xwepêşandanên ji 1’ê Cotmehê ve destpê kirî ku bi daxwaza ‘Hilweşîna rejîmê’ dikir de heta niha li gorî daneyên fermî bi kêmanî 260 kes mirine.

Çalakiyên ku piştî 6’ê Cotmehê bi qasî 3 hefteyan navber hate dayîn, li ser necihanîna sozên hikûmetê 24’ê Cotmehê ji nû ve destpê kir. Ji 24’ê Cotmehê û vir ve xwendekar û sendîkavan çalakiyan organîze dike. Çalakvan qadên vegerîne qadên xwerêveberiyê dagir dikin.

Rêya peravên ÛM Kasr ê ji bo başûrê welat xwedî pêwîstiyên xorek ên herî girîng e, bi blokên beton hatine girtin, li ser jî nivîsa ‘Bi fermana gel hatiye girtin’ hatiye nivîsîn. Li heman peravê bi dehan keştî bê ku barê xwe vala bikin, neçar man ku vegerin.

Li Amara a dikeve başûr jî du kargehên petrolê yên ji aliyê Çîniyan ve dihate hilberîn jî ji aliyê çalakvanan ve hate blokekirin.