Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li Sûdanê di roja duyemîn de ye

Çalakiya bêîtihatiya sivîl a li dijî Konseya Leşkerî ya piştî hilweşandina dîktatoriya li Sûdanê destdanîbû ser rêveberiyê, di roja duyemîn de ye.

Piştî qetlîama li dijî çalakiya rûniştinê ya hefteya borî ya li pêşiya biryargeha leşkerî û şûnde, tevgera nerazîbûna civakî, ji roja yekşemê û şûnde çalakiya bêîtihatiya sivîl dabûn destpêkirin.

Piştî qetlîamê 3 muxalifên Sûdanî yên hatibûn destgîrkirin hatin berdan. Roja Duşemê li paytext Hartûmê tenê çend dikan vekirîbûn. Piraniya dikanan girtîbûn. Birîna elektirîk û înternetê jî di warê peywendiyan de astengî derxistiye.

Li paytextê tenê çend otobus kar kirin, hinek ajokarên ji çapemeniya rojavayî re axivîn, nexebitîna wan nayê wê wateyê ku destekê nadin şoreşê.

Tevgera protestoyê ragihandibû ku di qetlîama 3’yê Hezîranê de bi kêmanî 108 kes mirine. Bi hezaran kes ji 6’ê Nîsanê û vir ve li pêşiya biryargeha leşkerî di çalakiya rûniştinê de ne.